Clinton piştî serdana 11 rojan li welatê Afrîqiya, li Başûrê Afrqîya bersiva pirsên rojnamegeran da. Clinton diyarkir ku piştî veqetîn û reva Serokwezîrê Sûriyê Riyad Hîcab, êdî lezbûna plana li dijî Sûriyê tê xwestin. Clinton got jî ku her ku diçe muxalefet li Sûriyê dibe serdest. Her weha Clinton bê ku nav bide got “Em ê li wan welatên ku dixwazin rewşa niha ya Sûriyê berdewam be û şervan û terorîstan dişînin Sûriyê neborîn.” Gelo mebesta Clinton Îran û Bexda bû? Hêjayî gotinê ye dewleta Îranê aşkere dibêje ku ew ê tucar rê nede Şam û Heleb ji destê Esed biçe. Her weha gelek çavkanî destnîşan dikin ku Nûrî El Malikî leşker û çekan derbasî Sûriyê dike ji bo piştgiriya Esed.
Avestakurd