Serrûpel Nûçe Nehîştin Bahçelî biçe Kerkukê

Nehîştin Bahçelî biçe Kerkukê

Belav bike

Serokê Giştî yê MHPê (Partiya Tevgera Neteweperest) Devlet Bahçelî, plan kiribû ku di cejna remezanê de biçe Kerkukê û nimêja cejnê li mizgefteke Kerkukê bike. Ev daxwaziya Bahçelî ji aliyê hikumeta Iraqê ve hate redkirin. Iraqê wîze neda serokê partiya neteweperst.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Bahçelî sirf ji bo ku mora Kurdistanê li ser pasaporta wî nekeve, dixwest ku li ser rêya Musul û mexmûrê biçe Kerkukê.
Bi vê biryara hikumeta Iraqê, rê li ber serdana Bahçelî a Kerkukê hate girtin.