Serrûpel Nûçe Binêrin H. Aygun ji bo Dêrsimê çi dibêje (Vîdyo)

Binêrin H. Aygun ji bo Dêrsimê çi dibêje (Vîdyo)

Belav bike

Parlementerê Dêrsimê yê CHPê Huseyîn Aygunê ku hefteke rojeva Tirkiyê bi revandin û berdanê dagir giriye, di televizyona NTVyê de behsa dîroka Dêrsimê û Seyîd Riza dike. Aygun, bi îdiayên xwe, Dêrsim û komkujiya Dêrsimê bi awakî din nîşan dide. J gotinên Aygun çend sernivîs:
- Damezrandina Komarê gelê Dêrsimê bi xweşhalî pêşwazî kiriye. Rejîmeke laîq xwestine.
– Di salên 1930 an de li her derên Dêrsimê dibistan hene. Hemû zarokên eşîretan ji bo Tirkî fêr bibin hucuma dibistanan kirine. 
– Gelê Dêrsimê di serhildana Şêx Seîd de, aliyê dewletê girtine.
– Seyîd Riza ti cara nebûye general, ew îmza li bin nameyê derewa Dr.Nurî Dêrsimê ye.
– Di nameyê de ew îfadeyana ne pêkan e ku Seyîd Riza bi wê zanebûna xwe ew gotinana û hevokana bike. 
- Dr. Nurî Dersimê endamê Cemîyeta Kurd Tealî ye.
– Seyîd Riza ne rêberê Dêrsimê ye, tenê rêberê eşîreta xwe ye.
– Gelo Dêrsimê rêberiya Seyîd Riza qebûl nekiriye û dibêjin ku, her kes rêberê xwe ye.