Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniyeke belavkirî de nûçeya rojnameya Siyase ku gotibû ‘Mesûd Barzanî daxwaza rêxitsina Mucahidîn Xelq bo Herêma Kurdistanê kiriye’ derew û bê bingeh bi nav kir û diyarkir ku Serokê Herêma Kurdistanê ti daxwazek weha nekiriye. Hêjayî gotinê ye, hin endamên Mucahidîn Xelq li Bexda di kampên Eşerf û Hurriye de dimînin.
Avestakurd











































