Serrûpel Nûçe Navenda Şemzînan bû qada şer!

Navenda Şemzînan bû qada şer!

Belav bike

 Duhî (23/8/2012) li demjmêr 20. 30’an de şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de gihişte navenda bajarê Şemzînan. Li gor çavkaniyên deverê şerê duhî de Tabûra Komondoya Çiyê şewitî, Avahiya Ewlekariyê û Fermandariya Alayê ketiye. Her weha helîkopterên Tirk li ser bajê re firiyane. Der barê kuştî û birîndaran de tu agahî nayê zanîn. Hêjayî gotinê ye, dora mehekê ye ku gerîlayên HPG’ê desthilatdariya xwe li dora Şemzînan ragihandine û li ser hemû êrîşên dewleta Tirk  li ser van deveran, gerîla xwe venekişandiye û li dijî hêzên artêşa Tirkiyê li navenda bajêr pêkanî.

 

 

Avestakurd