Serrûpel Nûçe Li ser girê Gedîktepe 2 sûret; sal 2010 û 2012

Li ser girê Gedîktepe 2 sûret; sal 2010 û 2012

Belav bike

Di sala 2010 an de li ser êrîşeke mezin a gerîlayên PKKê, ku gellek leşkeran jiyana xwe wenda kiribûn, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi Serfermandarê wê heyamê re çûbû ser girê Gedîktepe û di kozikê de cok şikandibûn. Ev dîmenana li Tirkiyê demeke dirêj bûn mijara niqaşan. Heta piştî Erdogan, Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî çû ser heman girî û li ser linga sûret kişand. Ew jî wek wêrekî hate nîşandan.
Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, sûretê gerîlayan yên li ser girê Gedîktepa, ku li ser linga xuya dikin, weşand. Rojnameyê di manşeta xwe de jî “Ozel jî (Serfermandarê Tirkiyê Necdet Ozel) bigre û were” nivîsand.
Di ev rojên ku li hin herêman qala serdestiya PKKê tê kirin, ev sûreta gellekî watedar e.