Serrûpel Nûçe Ger endamên “MIT“ ne belgeyan eşkere bikin!

Ger endamên “MIT“ ne belgeyan eşkere bikin!

Belav bike
 Li gor daxuyaniya PYD’ê û Endamê Desteya Bilind a Kurd Salih Muslim ew 5 kesên li roja 1’ê Îlonê ji aliyê YPG’ê ve hatîn bin çavkirin, ev kesên han dema hewl didin bi rêkên qaçax derbsî Tirkiyê bibin hatine girtin û li ser wan belgeyên nepenî ku liber çav dike têkiliya xwe ligel Tirkiyê hene hatine dîtin. Her weha hate ragihandin ku li ser van kesan belgeyên ku behsa rêxistinên Rojavayê Kurdistanê dike jî hatine bidest xistin. Paşê ev kesên han li ser daxwaza Desteya Bilind a Kurd hatine berdan. Muslim dide diyarkirin ku ev’ hewldanên têkbirina yekîtiya gelê Kurd e’ û di her fersendekê de çapemeniya Tirk û hin malperên nêzîkî Tirkiyê êrîşî PYD’ê dikin, hewl didin PYD’ê reş bikin. Her weha êrîşa li Amûdê bê bingeh û dûrû rastiyê ji aliyê PYD’ê ve tê bi nav kirin. Lê, Muslim got “Azadî nayê wê wateyê her kes li gora dilê xwe tevger bike.” Li gor daxuyaniyan lêpirsîn der barê van 5 kesan de didome. Gelo ev 5 kes kî ne? Ger MÎT’ in, têkiliya xwe ligel dewleta Tirkiyê hene ew belgeyên nepenî çima ji raya giştî re nayên belavkirin da Kurd bizanin? Dema li ser van kesan belgeyên nepenî hatine girtin çima ev 5 kes hatine berdan? Gelo li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet li Amûdê çi dibe?

 

Avestakurd