Li gor ANFê, Karayilan diyarkir ku divê gelê Kurd xwedî yek helwest bin li hemberî wan dewletên ku gelê Kurd tune dihesibînin û diyar kir ku tenê rêkek heye ku em bi hev re bijîn û weha pêdeçû “Ger dixwazin bi me re bijîn, dê azadiya Rêber Apo û xweseriya Kurdistanê qebûl bikin.” Karayilan got ku AKP’ê bin ketiye û weha got “Gerîlayên Kurdistanê di meşa azadiyê de hemleyek nû da destpêkirin. Polîtîkaya mêtînggeriya AKP’ê bi ser neket. Wana digotin qey ew ê gerîlayên Kurdistanê weke gerîlayên Tamîlê tasfiya bikin, lê ya ku bin ket AKP bi xwe ye.” Karayilan di axivitina xwe de bal kişand ser BDP’ê ku dewletê dixwest wê radest bigire, lê BDP’ê radestî siyaseta derewan nebû. Karayilan di axivitina xwe de li ser zimanê Kurdî û neçûna dibistinên Tirkiyê sekinî û got “Mafê me ye ku em jî bi zimanê xwe biaxivin. Dema em vê bêjin wê demê ya yekemîn; em wekî Kurd divê bi Kurdî bi dewletê re têkevin diyalogê. Kesên bi dewletê re muxatabe divê her tim bi Kurdî biaxive. Duyemîn; dema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Madem em bi zimanê xwe perwerdeyê dixwazin wê demê divê em neçin dibisanên asîmîlasyonê. Divê kes zarokên xwe neşînin dibistanan û divê ciwanên Kurd neçin dibistana. Sêyemîn; divê ciwanên Kurd neçin leşkeriya Tirk. Çaremîn; divê Kurd êdî têkiliya xwe bi giştî ji pergala edaletê ya dewletê qut bikin û bi xwe pirsgirêkên xwe bixwe çareser bikin.” Her weha Karayilan got ku êdî dema azadiyê ye û divê Kurd bibin xwedî yek helwest û peywir dikeve ser milê Kurdên Ewrûpa jî.
Avestakurd











































