Konseya Daraza Bilind a Iraqê, di derheqê Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî de, biryara dardakirinê da. Berdevkê Konseya Daraza Bilind a Iraqê Hakim Abdulsettar Bayraktar, ji nûçegîhanê AA’yê (Ajansa Anatolya) re daxuyandiye ku, Dadgeha Cinayetan a Navendî a Iraqê, di derheqê Cîgirê Serokomarê Irakê Tarik El Haşimî û parêzvanê wî Ahmed Kahtan de, cezayê dardakirinê daye.
Hinceta cezayê dardakirina Haşimî û Kahtan jî ev e: Melivandina mirov kuştinê û destek dayîna terorê.
Cîgirê Serokomarê Iraqê Tarik El Haşimî, piştî biryara girtina wî, çendakî li Kurdistana Başûr mabû. Dûra heta demek li Qatarê û dûra jî çûbû Tirkiyê. Demeke dirêje ku Haşimî, li bajarê Tirkiyê li Stenbolê dijî.
Înterpolê jî, di derbarê Haşimî de bultena sor derxistibû ku li kuderê hat dîtin were girtin.












































