Serrûpel Nûçe Partiyên Kurdistanê hemfikr in

Partiyên Kurdistanê hemfikr in

Belav bike
 Li 8/9/2012’an hemû aliyên siyasî û partiyên Herêma Kurdistanê bi Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedîn civiyan. Di civînê de hemû aliyan dîtina xwe anî ziman û tekez li wê yekê kirin ku nabe yek pêngav bê destûr be û hewldanên Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî yên vê dawiyê di warê leşkerî de nayê qebûlkirin. Di vê mijarê de û çend mijarên din de aliyan yek helwêstiya xwe nîşan da. Li gor MSHK’ê, civîn weha derbas bûye:

 

“Nîvroya îro 08/09/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel hemû partiyên Kurdistaniyan civiya.

Li civînê de ji bilî behskirina serdana du şandên Kongres û Wezareta Derveya Emerîka û helwesta wan li ser rewşa

Suriye, Iraq û Kurdistan û kêşeyan…

Xala giringa civînê, behskirina biryara metirsîdara dirustkirina (Qiyadeya Emeliyata Dîcle-Diyale) bû ji aliyê rêzdarên rayadarên dewleta Iraqê ve.

Beşdarvanên civînê, bîr û ramanên xwe yê li ser rewş û metirsiyan û pêşîneya kêşeyan û encaman derbirî. 

Serencama hemû bîr û ramanên civînê, tekezkirin bû li ser piştevanîkirina li biryara Encumena Parêzgeha Kerkuk, ku roja 07/09/2012 dijî pêkanîna Qiyadeya Emeliyatî Dîcle, pesend kirin.

Ev lîstoka siyasî û emnî û leşkeriyane, li kêşeya Xaneqînê, li Zummar û Qeretepe, çendbare bûne. Vê carê, bi dirustkirina Qiyadeya Emeliyata Dîcle, rewşa emnî û leşkerî û siyasiya Kerkuk û navçeyên xwedî pirsgirêk, dixin ber metirsiyekî zêdetir. Ji bo wê yekê tevahiya hêzê Kurdistaniyan, daxwaz dikin ev biryar hilweşê û carekî din jî, heta dawiya birgeya maddeya 140 li navçeyên xwedî pirsgirêk neyê bi cîh kirin û neyê yek alî kirin, nabê ev senaryoya emnî û leşkerî ku berevajiya peymanane û bi pasawên cûr bi cûr bêne dûbare kirin. 

Ji bo wê yekê aliyê Kurdistaniyan, radigihînin, ku demek zû de biryarê helweşînin, heta bingehê xweş bikin ku civîna partiyên siyasiyên Iraqê, ku tê çaverêkirin, bê sazkirin, baştir bête encamdan. Bi taybetî nabê hemû aliyek raman nebê ku Iraqa Federal, Iraqa hevsengiya nîştimanî û pabendbûna bi destur û pêkvesazan û raperandina pêkve erkê hevbeşane. Li vê pêwdangê ve, bi tu awayek nabê artêşa Iraqê ji bo çareseriya kêşeyên siyasiyên navxweyî bête bikaranîn, bi taybetî jî li beramber bi maddeyên desturiyan.

1- Partiya Demokrata Kurdistanê 
2- Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
3- Tevgera Goran 
4- Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
5- Tevgera Îslamiya Kurdistanê 
6- Komela Îslamiya Kurdistanê
7- Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê
8- Partiya Şuî(Komunist)ya Kurdistanê
9- Partiya Zehmetkêşên(kedkar) Kurdistanê
10- Tevgera Demokrata Turkmen
11- Tevgera Demokrata Çaksaziya Turkmen
12- Lîsta Hewlêra Turkmen
13- Tevgera Demokrata Aşurî
14- Encumena Kildan Suryan Aşurî
15- Nûnerê Ermenan”

 

Avestakurd