Li gor Malpera Hêvrêzên Ciwanên Efrînê, duhî (8/9/2012), komîteyên Parastina gel bi çekên giran û sivik êrîşî gelek baregah leşkerî, ewlekariya siyasî, hêzên asîmanî kirine, lê li gelek cihan hêzên rejîmê bersiv nedane û dîl hatine girtin ji aliyê Komîteyên Parastina Gel ve. Hat zanîn ku li hin cihan pevçûn qewimîne, di van pevçûna de 3’ê leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne û Komîteya Parastina Gel destê xwe daniye ser gelek çekan. Her weha YPG’ê ji aliyê xwe daxuyaniyek belavkir û tê de diyarkir ku ‘ev tolhildane, dê ti êrîşên rejîmê bê bersiv nemînin.’
Avestakurd












































