Li meha çûyî Hesen Gol Kanban di nava şanda ya Ehmedînecdî de bû dema ji bo beşdarîbûna di Civîna Neteweyên Yekbûyî de, çûbû New York‘ê û li wir xwe sipartibû Emerîka. Paşê Ehmedînecadî ev kes bi zilamê CIA sûcdar kiribû. Lê derkete ortê ku Kanban çentek dagirtî CD’yên ku gelek veşartiyên girîng yên dewleta Îranê aşkere dike radestî Emerîka kiriye. Li gor çapemeniya cîhanê, Kanban hêj li Îranê malbata xwe şandiye Tirkiyê. Paşê yekser malbata wî ji Tirkiyê bo Emerîka hatiye şandin. Li gor tê îdîakirin di nava van CD’yan de gelek pêzanên der barê sîstema nuuklerî ya Îranê de jî hene û bihayê wan ew çend bi qîmetin nayên destnîşankirin. Hêjayî gotinê ye, Kanban 40 sala di nava leşkerî û karên dewletê de kar kiriye.
Avestakurd