Serokwezîrê Kurdistanê di axavtinekê de ew civîn, ji bona şopandina kar û pirojeyan, destnîşankirina arîşeyan û çewaniya çareserkirina wan, bi civîneke cidî wesif kir. Li gor MHHK’ê, Serokwezîr got “Kar û wezîfeya saziyên hikûmetê xizmetkirina hevwelatiyan e, her kesê/a di warê îdarî de berprisyarî hebe, ew berprisiyarî berprisyariyeke mezin e ku, divê di xizmeta hevwelatyan de be.” Her weha Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê diyarkir ku serkeftin û xizmeta baştir di karê hevbeş de ye û got “ Serkeftin û pêşkeşkirina xizmetên baştir bi rêya karên heveş û weke yek tîm tên kirin û daxwaz ji hemû saziyên hikûmetê kir ku, weke yek tîm kar bikin daku, xizmetên baştir pêşkeş bikin.” Serokwezîr weha berdewam kir “Berê hevwelatiyên Kurdistanê di xema asayîş û emniyetê de bûn û diyartirîn daxwaza wan emniyet bû. Lê nuha ku, emniyet heye û di hemû waran de pêşkeftin çê dibin, tiştekî normal e ku, sewyeya daxwazên hevwelatiyan jî bilnd bibe û daxwaza kar û xizmetên baştir di hemû waran de bikin. Mafê hevwelatiyan e gilî û gazinda ji kêmasiyan bikin. Lê divê wê yekî jî bizanibin ku, zehmete hemû tişt bi hev re bên kirin. Saziyên hikûmetê jî divê wê yekê bizanin heta jiyan berdewam be, xizmet jî berdewam dibe.” Serokwezîr di axivitina xwe de bal kişand ser kêmasî û şaşitiyan û çawaniya derxistina encamên baş û erênî û weha pêdeçû “ Divê em fêdey ji şaşiyên berê werbigirîn û wan şaşiyan çak bikîn. Her karekî bê kirin divê bi kalîteyeke baş bê kirin û girinigiyeke mezin bi hûrgilî û şopandinê bê kirin, divê karên xerap û bê kalîte neyên kirin, her kar, piroje û xizmetgozariyek hebe divê bi awayekî.” Her weha Serokwezîr tekez li wê yekê kir ku divê projeyên stratêjîk bêne ava kirin û projeyên biçûk ne besin. Got jî ku li Hewlêrê çend nexweşxane û dibistan û li Herêma Kurdistanê bi giştî 11 bendav tên ava kirin. Her weha daxwaz kir di warê tendirustî de sîstemên girîng û baş û park bene dayîn.
Avestakurd












































