Serrûpel Nûçe “Ev biryar şerê li dijî hemû Kurdan e“

“Ev biryar şerê li dijî hemû Kurdan e“

Belav bike
 Mûrad Karayilan di axivitina xwe ya ji ANF  û Stêrk TV’yê re, li ser gelek mijaran sekinî. Yek ji wan mijaran biryara tezkereyê bû ku bi dengên AKP’ê û MHP’ê di meclîsa Tirkiyê de hatibû erêkirin. Karayilan diyarkir ku vê care tezkere ne weke carên berê ye û ev car hemû gelê Kurd hedef digire. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê der barê vê mijarê de got “Ev tezkere naşibe yên berê. Berê tezkere ji bo Başûrê Kurdistanê derdixistin. Nav didanîn ser. Niha AKP’ê ev guhert. Li dijî hemû dewletan çêkir. Du sedemên vê hene. Yekem; Di demê ku herêm tevlîhev dibe de û herêm ji nû ve tê dîzaynkirin, AKP naxwaze Kurd statûyê bi dest bixin. Ji ber vê çendê li dijî Kurdan biryarek wisan girt. Ji ber vê çendê ev ji bo Başûrê Kurdistanê heta ji bo Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji xwe li Bakûr 15 herêm weke herêmên leşkerî îlan kirine. Dema bixwaze dê mudaxele bike. Vê ji bo gefan dixwe. Duwem jî; di wateyekê de ev tezkere li dijî hêzên herêmê amadekariya şer e. Ji ber ku di demê pêş me de dibe ku şerê li Sûriyeyê berfireh bibe. Tirkiye bi fikrên Osmaniyan xeyalên nû ji xwe re çêdike.” Her weha Karayilan got “Bi şêwaza Osmaniyan li ser Sûriyeyê plana çêdikin. Dixwazin Sûriyeyê bikin eyeletek a xwe. Li gorî wan di vê mijarê de pêwîste Kurd nebin asteng. Ji bo vê çendê dixwazin hemûyan bixin bin desthilatdariya xwe. Her wiha ev tezkere tê wateya şer li hember Kurdan, Sûriye, Îran û Iraqê bidin destpêkirin. Li Sûriyeyê top hatine bikaranîn. Guleyek ya tope li Akçakaleyê ketiye û 5 mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Lê belê em niha hîn dibin ku, Tirkiye ji 23’ê û vir ve topbaranê dike. Dixwaze dest bavêje destkeftiyên kurdan. Ger AKP’e tiştek wisan bike, ev tê wateya destdirêjiya rûmeta hemû Kurdan kiriye.”

 

Avestakurd