Televîzyona Al Arabiye li roja 10/10/2012’an de, di nûçeya xwe de ragihand ku şehîd Mişel Temo bi fermana Esed hatiye kuştin. Al Arabiye diyarkir ku bi fermana Esed kesê bi navê Cewdet Hesen ê di îstîxbarata asîmanî de xwedî pileya emîd rukine, eqîd rukin Seqir Menon erkdar kiriye û Mişel Temo kuştine (7’ê Cotmeha 2011’an). Al Arabiye diyardike ku armanca Esed ji vê kuştinê ew bû ku Tirkiyê bike hedef. Her weha li gor belgeyên Al Arabiye belav kirî, Seqîr Menon jî fermanê ji Cemîl Hesen re dişîne ji bo kuştina Mişel Temo. Hêjayî gotinê ye, şehîd Mişel Temo li roja 7’ê Cotmeha 2011’an de di encama êrîşeke çekdarî de li bajarê Qamişloyê tê kuştin.
Avestakurd











































