Serokê Herêma Kurdistanê di Kongreya Cîhan a Zanistî ya Kurdan de ku li paytexta Hewlêr pêk hatî de, axivitinek pêşkêş kir. Kongre ku bi axivitina Serokê Herêma Kurdistanê hate vekirin, Serokê Herêmê di axivitina xwe de bang li hemû Kurdan kir (Kurdên Bakur, Rojava, Rojhilat) ku têkoşîna çekdarî deynin aliyekî û bi rêka demokrasî û aştiyê têkoşîna xwe bikin. Serokê Herêmê got “Ji bo em hedefên xwe pêkbînin, dema têkoşîna çekdarî derbas bûye. Divê em bi rêkên weke parlemento, bi rêkên demokratîk û rêka diyalogê û aştiyê re têkoşîna xwe bi rêve bibin.”Her weha di berdewamiya axivitina xwe de got “Divê em bi hêza çek daxwazên xwe nekin. Berûvajî, em ê nikaribin piştgiriya raya giştî a navnetewî bigirin.” Serokê Herêma Kurdistanê behsa komkujiyên bi destê diktator Sedam Husên kir û diyarkir ku heta niha jî em çarenûsa 180 hezar Kurd nizanin. Hêjayî gotinê ye, ji her deverên cîhanê zanyarên Kurd û kesatiyên navdar zanyarên biyanî beşdarî di Kongreya Kurd û Zanist de bûn.
Avestakurd