Tirkiyê, balefireke Ermenistanê a sivîl daxiste balefirgeha Erziromê. Balefira ku alîkariyê dike a sivîl, sefera navbera Ermenistan û Halebê dikir. Li ser destûr xwestinê, ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve, bi armanca bagaj kontrol kirinê daxistine balefirgeha Erziromê. Niha bagaja balefirê tê kontrol kirin. Ger tiştek ji bagajê dernekeve, wê rê bidine balefira Ermenistanê ku biçe Halebê.
Rayerarên wezareta karên derve yên Tirkiyê diyar dikin ku, her balefira ku wê biçe Suriyê, em ê daxînin û bagajên wê kontrol bikin.











































