Li Amedê, li Mala Şînê a Pasûriyan (Qulp), ji bo 14 gerîlayên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, şîna wan dihat girtin. Gellek polîsên Gerînendeya Ewlehiyê a Amedê çûne serdegirtina mala şînê û 3 xizmên gerîlayên ku şîna wan dihat kirin, girtine bin çavan.
Midurê Ewlehiyê yê Amedê Recep Guven, çend hefta berê, ku tayina wî derkete Amedê, daxuyandibû ku, “kesên bi mirina gerîla negirîn, ew ne mirov in”, bi vê serdegirtina mala şîna a gerîla bal kişande ser xwe.











































