Li gor CNN Turk, Balyozê Emerîka Franciss Ricciardone diyarkir ku Hikûmeta Emerîka ji Hikûmeta Tirkiyê re pêşniyar kiriye ku ‘bi heman rê û şêwazên Bin Ladîn hatî girtin, Mûrat Karayilan jî bigirin.’ Balyozê Emerîkî got “Em îstîxbaratiyê didin hev lê mifayê bi hev re jê wernagirin. Di pêvajoya girtina Bin Ladîn de, pisporên me yên şer, îstîxabaratiyên me, hêzên me hemû bi hev re xebitîn. Bi nêzîkbûna gelek dîsîplînî me gert. Em amadene vê ezmûnê parve bikin, pêkbînin. Rêza me ji Tirkiyê re, ez nabêjim ka divê çi bike. Em amadene ezmûna xwe parve bikin.” Lê Balyozê Emerîkî pêşniyariyên Emerîka der barê Mûrat Karayilan ji Tirkiyê re kirî aşkere nekir û weha pêdeçû “Em naxwazin dijminê me asta em nas bike. Em rêzê ji qanûn û kevneşopên Tirkiyê re digirin. Tirkiyê bi xwe biryara xwe ya pêvîna hevkariyê werdigire û em jî rêzê ji vê yekê re digirin.” Hêjayî gotinê ye, piştî vê axivitina duhî (16/10/2012) ya Balyozê Emerîka, Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li balefirgeha Esenbgê daxuyaniyek da çapemeniyê. Der barê vê mijarê de li ser pirsekê Erdogan diyarkir ku hevkariya wan ya îstîxbaratî ligel Emerîka heye û got “Lê, rê û şêwazên wan yên girêdayî Bin Ladîn, ew ê di nava mercên xwe de binirxînin. Li Herêma me jî têkoşîna li dijî terorê, tê xwestin di nava mercên xwe de bênirxandin.”
Avestakurd












































