Avestakurd – Serokê PÇDK'ê (Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê) Diyar Xerîb ragihand ku li salên 2005-2006-2007'an de dewleta Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji wan kir ku di navbera dewletê û PKK'ê de bibin navbeynkar da ku PKK'ê çekan deyne.
Avestakurd – Her ku diçe PYD'ê li Rojavayê Kurdistanê xwe di warê rêxistina leşkerî de (YPG) xurt dike. Piştî; Efrîn, Qamişloyê û Kobanî, beşê PYD'ê yê leşkerî YPG'ê li bajarê Serê Kaniyê jî tugeya xwe a 4'emîn ragihand.
AvestaKurd - Çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger ku di roja 43 an de ye, her diçe belav dibe. Parlementerên BDPê Tuncel û Yildirim, ku ew ê girtî ye, dest bi greva birçîbûnê kirin.
AvestaKurd - Xwendekara Fakulteya Zanista Siyasî a Zanîngeha Enqerê Gulan Kiliçoglu, ev 43 rojin ku di greva birçîbûnê de ye. Ev strana Gulan, li ser înternetê gellekî tê tikandin.