Li gorî nûçeyên hin malperên Tirkiyê, li bajarê Kurdistana Başûr li Hewlêrê, bi armanca piştgiriya çalakgeran yên ku 55 roj in di greva birçîbûnê de ne çalakiyek pêk hat. Di çalakiya ku li pêşberî balyozxaneya Tirkiyê pêk hatiye de, ala Tirkiyê hatiye şewitandin.
Li gorî nûçeya malpera Xendanê jî, ku tê gotin ew malpera aîda Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih e, çalakiya ku li pêşberî balyozxaneya Tirkiyê pêk hatiye de, hin çalakgeran xwestine ku ala Tirkiyê bişewitînên lê ji aliyê hin kesên din ve hatiye astengkirin û dûra bi midaxeleya pêşmergeyan çalakî bi dawî bûye.
Li gorî nûçeya Rudawê jî, li bajarê Sileymaniyê, bi heman armancê çalakî pêk hatiye û xwendekarên zanîngehê ala Tirkiyê şewitandine.