George Sabra serokê nû yê Konseya Netewî a Suriyê ye. Li paytexta Qatarê, li Doha’yê civîna mixalifan a Konseya Netewî a Suriyê pêk hat. Di civînê de serokê konseyê hate guherandin. Şûna serokê konseyê yê berê Abdulbasîd Seyfda’yê eslê xwe Kurd, George Sabra hate serokatiya konseyê. Gabra kominîstekî berê tê zanîn û xaçperest e. Piştî ku Sabra bû serokê konseyê, bang li dewletên ku piştgiriyê didin mixalifan kir ku, hîn zêde alîkariya çekan bikin. Serokê nû yê Konseya Netewî a Suriyê George Sabra , sala çûyî ji Suriyê reviyabû û xwe spartibû Tirkiyê. Gabra, li hemberî rejîma him Hafiz Esed him jî Beşşar Esed wek kesekî mixalif tê naskirin û heta niha çend cara jî hatiye girtin.











































