Serrûpel Nûçe Hikûmet û serokê BDP civiyan

Hikûmet û serokê BDP civiyan

Belav bike

 

Duhî (10/11/2012) li meclîsa Tirkiyê Hikûmet û BDP’ê civiyan. Di vê civînê de Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç, Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û parlementerê bajarê Mêrdînê Ehmet Turk amadebûn. Hat zanîn, di vê hevdîtinê de Demîrtaş û Turk daxwaz kirin ku zûtirîn dem gavên liberçav bêne avêtin. Lê Bulent Arinç diyarkir ku Hikûmetê di mijara xweparastina zimanê zikmakî de dest bi xebatê kiriye û gavên baş avêtiye û daxwaz kir ku rojiya birçîbûnê bê bidawîkirin. Her weha got ku dê ji bo çareserkirina vê pirsê pêşketinên ji nişkan ve bêne kirin. Bulent Arinç tu daxuyaniyên zêde neda çapemeniyê û ji rojnamegeran re diyarkir ku dê der barê mijarê de paşê daxuyaniyê bidin.

 

Avestakurd