Serrûpel Nûçe Li Serê Kaniyê çi çêdibe?

Li Serê Kaniyê çi çêdibe?

Belav bike

 

Şahidên bûyerê weha pêde diçin û dibêjin ku li herderê bajêr şopa pevçûnan heye, şopa xwînê heye û bihezaran kesên Serêkaniyê ji bajêr barkirine. 
Berdevkê DBK’ê (Desteya Bilind a Kurdî) Ehmed Silêman li ser malpera xwe dibêje ku ‘Pêwîst bû civatên herêmî yên bi ser ENKS’ê ve bi her awayî alîkarî pêşkêşî gelê Kurd li Serê Kaniyê kiribane, lê tiştek nekirine.’ Kesetiya Serbixwe û Netewî Dr. Serbest Nebî jî  li ser malpera xwe ji Ehmed Silêman re dide diyarkirin ku ENKS’ê tiştek nekiriye û tenê Komîteyên Parastina Gel YPG’ê yên nêzîkî PYD’ê ne namûsa gelê Kurd diparêzin. Her weha Hevrêzên Avahî yên ku li dijî PYD’ê ne ragihandin ku ENKS’ê ji bo Kurdên Serê Kaniyê tiştek nekirine û tenê yên kar dikin birayên me yên endamên YPG ne.

 

Avestakurd