Belê, qasî her kesî mafê te bû jî jiyaneke ne li ser û ne li bin, jiyaneke wek her mirovekî normal. Bê þik xewn û xeyalên te yên ji niha cudatir hebûna. Xeyalên te, wê kelecana te a li hemberî jiyana teqûreq zêdetir bikira. Tu yê jî di nav malbateke ne li vê herêmê lê, di nav malbateke ku ji ferdên malbatê ti kes nehatiye girtin, êþkence nedîtine, berê xwe nedaye çiya, nehatiye binçav kirin an di bin çavan de rasta tacîz û tecawuzê nehatiye bibûyay. Ez dizanim, xeyalên te yên bê sînor û dewlemend wê hebûna. Di xewn û xeyalên te de, wê maleke te a li ser du qata û a bi baxçe û di baxçe de zarok û zarokên ku li wî baxçeyî te, yê bi mala ser du qata direvin û dikevin hebûyana. Te yê xwe parra bigîhanda zarokên xwe û ew zarokên xwe, li baxçeyê xwe, yê ku aîda mala te a li ser du qatane, te yê ber bi hewa ve bavêta û zarokên xwe di nav di destên xwe de asê bigirtana. Di nav wê coþ û hestên hezkirinê de, te yê maçbikira, çav û poz û eniya zarokên xwe. Xanima te, a narîn û nazelîn, wê derketa ber pencerê û bi dengekî kûbar wê tu hiþyar bikira, “begê min baldar be, tu yê zarokan bixînê xwarê.” Te yê serê xwe rakira û bi evîneke kûr, ji xanima xwe a gerdengez binêriya û jiyana xwe a bertewar ji her tiþtî pirrtir hezbikira. Li ber çavên te wê bibûya nîvê hîvê. Tu, mala te a li ser du qata, baxçê te û di baxçeyê te de zarokên te. Lê ku tu li ser ev xaka bi lanet nehatibûyayî dinyayê. Ku bav û dayika te ne Kurd bûna. Ku welatê te ne Kurdistana ku navê xwe heye û bixwe tine ye bûya. Te di hiþên xwe de welatê xwe nedikire çar parçeyan. Te sifat ber bi navê welatê xwe nedixist. Tenê navê welatê xwe gotin ê bes bikira, ne hewcebû te bakur û baþûr û rojava û rojhilat pêxista. Tenê ku tu, bi ev qedera reþ nehatibûyayî dinyayê, wek her kesî, te yê jî zarokatiyeke normal, a ku têde gund û mal þewitandin tine, te yê jî ciwaniyeke normal, a ku her roj li kolan û talanan þer û pevçûn tine bijîya. Te yê jî hezkirina keçekê, ser mistdana bavekî, rê payîna dayikekê bijîya. Tenê ku tu li ser ev xaka ku nav heye û bi xwe tine ye nehatibûyayî dinyayê. Belê, wek her mirovekî ku li devereke normal dijî, tu yê jî rasta muameleyeke baþ bihatay. Tu li pirr civata mecbûr nedimay ku nasnama xwe veþêrî. Ti kesî bi çavekî “terorîst” li te mêze nedikir. Te her roj, li kolanan gaz û av nedixwar. Bona ku tu hebûna xwe îsbat bikî û îsbat kir þûnda qebûl kirin bidî û qeûl kirin da þûnda, di jiyana xwe a rojane de bisepînî, te mirin nedida ber çavên xwe. Tu nedimirî. Te, qasî ku ber da canê xwe bidî, li vê jiyanê heznedikir. Belê, ger ku tu, ne tu bûyay, di nav çar dîwara de, te canê xwe nedikire çek û ji bo her mirovekî ku ji xwe xwediyê ew mafan e, ji mirinê re ranediza. Ger ku tu, ne tu bûyay, li serê çiyan, di nav serma û seqemê de, kî zane li ku derê û bi çi awayî nedimay. Qederê li ser te ferz nedikir jiyaneke ewqas kambax. Ger ku tu, ne tu bûyay, li sirgûniyê, bi hesreta welêt û xaka bav û kalan, li xerîbî û koçberiyê, te xwe dûra xwe, dûra koka xwe, dûra hebûna xwe nedixist. Ger ku tu, ne tu bûyay, rojekê, zû an dereng, te yê jî bi yara xwe re kulîlk bikiriyana. Sor an zer, an sor û zer, lê teqez têde rengê kesk heyî te yê bida yara xwe. Tu li ser ev xaka ku navê xwe heye û bi xwe tine ye hebûy. Te jiyana xwe bona ku hebûna xwe îsbat bikî tine kir û tinebûy.






























