Serrûpel Nûçe Wê AA bi zorê ji Serê Kaniyê derkeve

Wê AA bi zorê ji Serê Kaniyê derkeve

Belav bike
 Der barê vê mijarê de Berpirsê Ragihandinê yê yê El-Partî û Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd ENKS Birîmo û Berdevkê Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) yê Herêma Kurdistanê Şêrzad Adil berisva pirsên rojnameya Rûdawê dan. Der barê hebûna Artêşa Azad li Serêkaniyê Birîmo got “Em wek tevgera siyasî ya Kurd û ENKSê, ne li dijî Artêşa Azad a Sûriyê ne. Lê bila Artêşa Azad biçe rejîma Esed birûxîne. Ger Artêşa Azad were Serêkaniyê, em wek ENKS nerazîne. Serêkaniyê cihê kurda ye, ger niyeta wan ne xirabe û ger ne ji bo dagirkirina Serêkaniyê hatibin, wê ji wir vekişin. Ez bawer nakim ger ku Artêşa Azad ket cihekê, ji wir derkeve.” Birîmo weha dewam kir ” Divê helwestek ya ENKSê hebe û ez niha nikarim wê bersivê bidim. Ez wekî şexs û endamekî ENKSê, li dijî hatina Artêşa Azad a li Serêkaniyê me.” Birîmo der barê helwesta ketîbeyên Artêşa Azad li hemberî ala Kurdî de jî got “Artêşa Azad her nahêle ala Kurdistanê bê hildan û ger niha di nava hinek taxan de ala Kurdistanê hatibe bilindkirin, ev nayê wê wateyê ku Artêşa Azad dihêle ku ala Kurdistanê bê hildan. Artêşa Azad a hatî Serêkaniyê, ti tişekê qebûl nake û belkî ala şoreşê ya Sûriyê û ya Kurdistanê jî qebûl neke. Ji bilî ala ‘Laîlaheîllilah’ ti alekî li wir qebûl nake.”  Birîmo her weha diyarkir ku ev komên ha ji aliyê Tirkiyê ve derbasî Serêkaniyê bûne û weha pêdeçû ” Grûbên Îslamî ne, armanceke wan hene û ecendeyeke wan a derveyî Sûriyê heye. Ger ne wisabana, wê di Sûriyê de hatiban Serêkaniyê û şer kiriban. Ew ji serxetê hatine û ji aliyê Tirkiyê ve hatine. Ev jî tê wê wateyê ku armanceke wan heye, tiştekî îstixbaratiye û ji bo herêmên kurdî dagîr bikin. Herwiha şerê kurd û ereban dest pê bike. Heta ji me jî bê em şerê kurdî-erebî nakin, lê ger bibe parastina ji bo xaka Kurdistanê, emê şer bikin û kî nêzî axa Kurdistanê jî bibe, emê şerê wan bikin. Kesê nêzî axa Kurdistanê bibe, ew ji me re xeta sor e.” Nûrî Birîmo aşkere got ku ew ne li dijî Artêşa Azad in û got “Em ne li dijî Artêşa Azad in û artêşeke ji bo rûxandina rejîma Baasê ye. Ev tiştekî baş û guhertinekî li Sûriyê ye. Dixwaze rejîma 50 salî bi dawî bike, lê ger bê herêmên kurdî dagîr bike, em qebûl nakin. Raste çend ciwanên me di hinek xwepêşandanan de gotine, ‘Bijî Artêşa Azad’ ev tişekî dine. Lê me ji despêkê de gotiye em beşekin ji şoreşa Sûriyê û em nikarin xwe jê cûda bikin. Em û erebên sûnî di welatekê de bi hev re dijîn û em daxwaziya hevpariyê dikin, lê karê ku Artêşa Azad li Heleb, Efrîn, Cindirês û Serêkaniyê kirî, hewldanên bi hinceta herbûna rejîmê herêmên kurdî dagîr bike, ew derewe û bila biçe rejîmê li Şamê birûxîne. Rejîm ligel me nîne û bila biçe li Şamê birûxîne.” Ji aliyekî din ve Berdevkê EGRK’ê yê Herêma Kurdistanê Şêrzad Adil der barê vê mijarê de ji hemen jêderê re got “Mixabin hêzên bi navê Artêşa Azad, hinek terorîstên el-Qaîdê yên Lîbyayî, Yemenî û Mexrîbî di nav de yên li Serêkaniyê, dema hinek ciwanên kurd xwestin ala Herêma Kurdistanê wekî ala Kurdistanê bilind bikin, biçûkatî bi wan ciwanan kirin û gotin em qebûl nakin ev alên kurdî bên bilindkirin.” Û got ” Evder Kurdistane û wê alên kurdî lê bên bilindkirin, raste kurd naxwazin bikevin pîlana şer, şiddet û fitneya di nava kurd û ereban de çêbibe, lê ev plana Tirkiye û rejîma Sûriyê ye jî.” Her weha Şêrzad Adil aşkere got ku dê helwesta Kurdan hebe dema Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve û got ” Dûr an nêzîk ger Artêşa Azad ji Serêkaniyê dernekeve, bêguman wê demê wê helwesta kurdan hebe. Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji Desteya Bilind a Kurd (DBK) li benda biryara siyasî ne. Ji bo bi çi awayî mameleyê li wan grûban hatine bajarên kurdan dagîr bikin bike.” Û diyarkir ku “Bê guman kurd vê yekê qebûl nakin, lê mixabin cihê şermezariyê ye ev grûbên ereb ên girêdayî Artêşa Azad bajarên kurdan dagîr dikin, lê hinek aliyên kurdan hewl dan ku li Kobanê fitne û fesadiyê di nava kurdan de dirûst bikin.” Şêrzad Adil got jî ku ger Artêşa Azad di mayîna li Serêkaniyê de israr bike wê demê wê derbikevin û ne bi keyfa xwe jî û weha pêdeçû “Niha bi awayekî aştiyane û guftûgoyan hewldan hene ku Artêşa Azad ji Serêkaniyê derkeve, lê ger dernetin û israr bikin ku li bajarên kurdan bimînin, wê demê wê bersiva wan jî hebe. Wê derbikevin û ne bi keyfa xwe jî.”

 

Avestakurd