Serrûpel Nûçe “Bila rejîm û artêşa azad ji cizîrê derkevin“

“Bila rejîm û artêşa azad ji cizîrê derkevin“

Belav bike
 Duhî (12/11/2012) Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûriyê û Encûmena Gel ya Rojavayê Kurdistanê der barê hatina artêşa azad li Serêkaniyê û bombebarankirina Serêkaniyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve belavokeke daxuyanî belav kirin. Di belavokê de her du encûmenên Kurd bang li artêşa azad û rejîma Esed dikin ku ji herêma Cizîrê (Hesekê) derbikevin. Di belavokê de tekez li wê yekê hatiye kirin ku divê bi rêya şoreşa aştiyane rejîma Esed bê ruxandin û di vê mijarê de her du encûmen yek helwest in. Her weha di belavokê de bal têkişandin ser hatina endamên artêşa azad bo Serêkaniyê ku ev yek bûye egera wê yekê rejîma Esed Serêkaniyê bombebaran bike û bûye sedem ku gelek xelkên sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Ji aliyekî din ve, her du encûmen didin diyarkirin ku rûxandina rejîma Esed ne li herêma Cizîrê ye, lewma tu sedemeke siyasî û leşkerî nîne ku artêşa azad hatiye navçeya Kurdî. Di dawiya belavokê de her du encûmenên Kurd bang li hemû pêkhatiyên herêma Cizîrê dikin ku xwe bikin yek û navçeyên xwe biparêzin.

 

Avestakurd