Serrûpel Nûçe Gelo Ocalan naxwaze parêzeran bibîne?

Gelo Ocalan naxwaze parêzeran bibîne?

Belav bike

Hat îdiakirin ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, bi xwe naxwaze bi parêzerên xwe re were cem hev. Sedema vê nexwastina Ocalan jî, ew naxwaze di vê pêvajoyê de nirxandinên siyasî bike.
Hevdîtina bi Ocalan re, di 16 mehan de 138 cara, ji aliyê dewletê ve bi hinceta “keştiye xerabe ye” an “rewşa hewa rê nade” hatiye astengkirin. Di mijara hevdîtinên Ocalan de, hin parlementerên BDPê jî îfade dikin ku, “niha hewcehiya Ocalan bi parêzeran tine, a girîng mizakere ne.”
Parlementera Serbixwe a Wanê Aysel Tugluk wiha dibêje, “ti cara ez nefikirim ku bi Ocalan re hevdîtin hatin birîn. Ancax a girîng ev e ku, dewlet bi projeyeke ku wê çareseriyê bîne hevdîtina dike an na. Dibe ku îdiayên ’naxwaze bi parêzeran re hevdîtinê bike’ spekulasyon be jî.”
Parlementera Amedê Nursel Aydogan jî daxuyandiye ku, “me jî bihîst ku Ocalan gotiye, ’niha hewcehî bi hevdîtina parêzeran tine’, Bi vê Ocalan giranî da mizakereyên bi dewletê re. Em hêvidarin ku bi erênî bidawî bibe. Ancax em dibînin ku polîtikayên ewlehiyê her diçe zêdetir dibin.”