Duhî (11/12/2012) Şandeke Nivîskar û Medyakarên Rojavayê Kurdistanê serdana Leqê yek-PDK’ê (Partiya Demokrata Kurdistanê) kir. Şande Nivîskar-Medyakarên Rojava ji aliyê Berpirsê Rêxistin û Kargîrên Leqê yek birêz Emer Eoreyî ve bi germî hatin pêşwazîkirin. Şandeya Nivîskar-Medyakarên Rojavayê Kurdistanê di vê hevdîtinê de bal kişandin ser serdana xwe ya li Herêma Kurdistanê û diyarkirin ku mebesta serdana wan ew e ku têkilîkirina ligel Kurdên Başûr û ew berî demekê hatibûn ji bo Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava li Duhok (Ev dîdar li hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok pêkhat) û wan ji vê dîdarê gelek mifa ji hev wergirtin. Her weha şandê got ku pêdiviya wan bi piştevaniyê heye û daxwazkirin ev cure dîdaran bê berdewamkirin. Her di hevdîtinê de her du alî li ser rola medyayê sekinîn. Ji aliyê xwe ve Berpirsê Rêxistin û Kargîrên Leqê yek birêz Emer Eoreyî ji bo şandê diyarkir ku ew li Duhokê nexerîbin, ew li mala xwe ne, di nava nas û mirovên xwe de ne, ji bo her pêdiviyekê derghê wan vekiriye. Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok birêz Hesen Silêvanî mizgînî da şande nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ku ew jî amadene weke Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok bibin pêştevanê Yekîtiya Nivîskarên Rojava. Her weha birêz Hesen Silêvanî di berdewamiya axivitina xwe de ji bo şandeya Rojava got ku ger hûn bixwazin emê bibin alîkar bo çapkirina 5 pirtûkan. Her dîsa Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok birêz Hesen Silêvanî daxwaz ji şandeyê kir ku ew dezgehên wan yên niha heyîn bibine yek dezgeh, ji ber ku negengaze li yek bajarî du yekîtiya nivîsaren hebe.
Avestakurd











































