Li gor Ajansa Reutersê di vê êrîşa bombeyî de ku duhî 11/12/2012) li dijî gundê Alewiyan pêkhatiye, herî kêm 200 kuştî û birîndar hene. Lê li gor daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyê jî ev hejmar li dora 125 kesin. Hêjayî gotinê ye, heta niha çi aliyan xwedî li êrîşê dernektiye. Lê nivîskar û rêxistinên mafê mirovan vê êrîşê weke êrîşeke tolhilanîn bi nav dikin.
Avestakurd











































