Serrûpel Nûçe Messî li ser textê Muller rûnişt (Vîdyo)

Messî li ser textê Muller rûnişt (Vîdyo)

Belav bike

Stêrkê fitbolê yê tîma netewî yê Arjantîn û yê tîma Barcelona Lionel Messî, rekora Gerd Mullerê Almanî, a di sezonekê de 85 gol avêtinê li pey xwe hîşt û bi vê li ser textê Muller rûnişt. Rekora Gerd Muller tam 40 sal bû ku nedihate derbaskirin.
Di pêşbirka ku di navbera Barcelona û Real Betisê de hat lîstin de, Lionel Messî 2 gol avêtin û hejmara golên xwe yên ku di sezonekê de avêtine gîhande 86 an û bi vê rekora Gerd Muller derbas kir.