Duhî (11/12/2012) Serok Barzanî di ahengekekî taybet a PDK’ê de peyamek aşkere û vekirî da Hikûmeta Bexdayê. Serok Barzanî di axivitana xwe de diyarkir ku wan ji dema azadiya Îraqê û nivîsandina destûrê û heta îro her tim hewl dane ku pirsan bi rêka diyalogê çareser bikin û li dijî her êrîşeke xwîn rijandinê bisekinin, sekinîne. Her weha Serok Barzanî teqez li wê yekê kir ku ‘dema êrîşên ne rewa li ser me pêk bên, wê bersiva me hebe’ û got jî ‘êdî serdema qebûlkirina stemkariyê bi dawî bûye.’
Avestakurd












































