Parlementerê Mûşê yê BDPê Sirri Sakik, lîsteya ku ji navên bîrokratên payebilind pêk dihat, li Desteya Giştî a Meclîsa Tirkiyê, ji ber ku di nav lîsteyê de qet nevekî Kurd, Elewî an mixalîf derbas nedibû çirand.
Parlementer Sakik, li ser birokratên payebilind yên ku di saziyên dewletê de dixebitin lêkolînek kir û lîsteya birokratan amade kir. Di nav birokratên payebilind yên dewleta Tirkiyê de, ji serokomariyê bigre heta sererkaniyê, ji dadgeha bilind bigre heta desteya bilind a dozger û dadgeran, Kurdek jî tine. Sakik bertek nîşana ev helwesta dewletê da û lîsteya ku amade kiribû li ser kursiyê çirand.
Dewlet, kesên ku eslê wan Kurd, Elewî an Ermenî ye, deriyê birokratiya payebilind bi awakî ji wan re digre. Ji ber vêye ku di nav birokratên payebilind de ne pêkan e rasta Kurdekî werî.












































