Serokê Tevgera Goranê Noşîrwan Mistefa, derbarê rewşa Kurdistan û Iraqê de daxwiyaniyek da Rojnameya Today Zaman û wiha axifî; “Goran ne tevgereke îdeolojîk û ne jî sosyal demokrat e, ne jî îdeolîjiyeke wê heye. Amanca wê, edaleteke civakî ye li Kurdistanê.”
Noşîrwan Mistefa, behsa avabûna dewleteke Kurdî jî kir û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Niha ne wextê dewleta Kurdî ye. Em ne amade ne, lê ew xeyala hemû Kurdan a paşerojê ye.”
Derbarê pirsgirêkên di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê de jî Mistefa got; “Di navbera Kurd û Ereban de şer dernakeve. Pêşveçûnên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, tenê propagandaya Malîkî ne. Meha avrêla dahatî li Herêma Kurdistanê hilbijartin heye. Ev polîtîka jî, ji bo wê yekê çêdibe. Malîkî dixwaze dilê Erebên Sunî bi aliyê xwe de rabikşîne, ji bo hilbijartinan.” (BASnews)