Serrûpel Nûçe Ji Metiner re got: Bêşerefiyê meke lan (Vîdyo)

Ji Metiner re got: Bêşerefiyê meke lan (Vîdyo)

Belav bike
Li meclîsa Tirkiyê, di navbera Parlementerê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik û parlementerê AKPê yê Semsûrê Mehmet Metiner de şer derket. Sakik li hemberî gotinên Metiner bihêrs bû û li ser kursiyê îskana avê girt û çû ser Metiner.
Parlementerê AKPê yê Semsûrê Mehmet Metiner, li meclîsê derkete ser kursiyê û rexneyên gran li BDPê kirin. Piştî axaftina Metiner, parlementerê BDPê yê Mûşê Sirri Sakik çû ser kursiyê û got: “Tu ne layiqê bersivên me yî jî. Tu mirovekî adîyî, bêşerefiyê meke lan…” Sakik, li hemberî bersiva Metiner xwe ranegirt û îskana avê a li ser kursiyê rakir û çû ser Metiner.  
Serokê meclîsê navber da rûniştina meclîsê.