Serrûpel 2012 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2012

6 Nivîskarên navdar ji Esed re name şandin

AvestaKurd - 6 Nivîskarên ku li cîhanê tên naskirin, ji Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed re nameyek şandin û bang li Esed kirin ku bila îstifa bike, ger îstifa neke aqûbeta wî wê wek Seddam û Qedafî bibe.

Barzanî li Kerkûkê serdana pêşmergeyan kir

Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Kerkûkê çû serdana pêşmergeyan.

Kesên ev ling dîtin ecêb man

AVESTA KURD - Zyao Mangum zarokekî 14 salî ye, di lingên wî de nexweşiyek derketiye. Ew ling ketin bin kêran, lê ev rewşa wan bûn berî ku werin emeliyatkirin...

Suavî sirûda Redhackê çêkir (Vîdyo)

AvestaKurd - Stranbêj Suavî, ji bo koma hackerê a ku xwe wek marksîst û sosyalîst dibîne Redhackê (Yekîtiya Hackerên Sor) sirûdêk çêkir. Koma ku di sala 1997 an de hatiye avakirin, heta niha gellek malperên dewletê bidestxistine.

Balefira Hunermenda Emerîkî têde bû ket!

Avestakurd – Balefira rêwiyan a ji tîpên biçûk ku hunermenda Emerîkî Jenni Rivera tê de bû ket û hemû rêwiyên (7) balefirê mirin.

Li Makoyê dayîka 3 zarokan xwe şewitand

AVESTA KURD - Dayîka 3 zarokan a ji bajarê Mako yê rojhilatê Kurdistanê, ji ber hevserê wê tûşî maddeyên hişber bibû agir berda bedena xwe û xwe şewitand.

Artêşa Azad li Serêkaniyê civînek pêk anî

Avestakurd – Hat zanîn, şevdê din (9/12/2012) li ser sînorê Serêkaniyê ya girêdayî bajarê Rihayê (Ûrfa) nêzîkî 250 çekdarên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê civînek pêkanîn.

Rûsya: Esed bihêlin li jiyana xelkê mêze bikin

Avestakurd – Rûsyayê der barê Serokdewletê rejîma Sûriyê Beşar El Esed de dubare peyama piştgiriya xwe ragihand û ji welatên Rojava xwest ku 'Esed bihêlin û li jiyana xelkê Sûriyê mêze bikin.'

Tirkiyê li hember Kurdan durû ye

AvestaKurd - Balyozê teqawid Temel Îskit, hevpeyvînek da rojnamevana Tarafê Neşe Duzelê. Îskit dubendiya siyaseta hikumetê wiha nirxandiye, "Tirkiye li hundir Kurdan dihinciqîne lê bi Kurdên derve re tifaqê dike. Gelo ji vê mezintir dubendî dibe?"

“Ka kîjan leheng wê bibe serokê AKP´a Amedê“

AvestaKurd - Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, îro li Amedê daxuyanî da û diyar kir ku operasyonên bi navê "KCK" tên kirin, di nav de şêwirmendê serokwezîr, nûnerên MÎT, cemaat, çapemenî û emniyetê jî tê de, bi biryara civîna rêxistina veşartî pêk tên.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com