Serrûpel 2012 Kanûn

Arşîva mehane: Kanûn 2012

“Em amadene gel û welatê xwe biparêzin”

Avestakurd – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand ku tişta herî xirab ew e ku şer bikeve navbera du netewan. Û got ku ew şer naxwazin lê ew amadene berevaniyê ligel û welatê xwe bikin.

Li Pîranşara Rojhilat 45 zarok şewitîn!

Avestakurd – Li bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê 45 zarok şewitîn, ji wan 7 zarokan jiyana xwe ji destdan û 38 zarok jî birîndar bûn.

Sezen Aksu ji bo Ceylanê stranek çêkir (Vîdyo)

AvestaKurd - Hunermenda navdar Sezen Aksu, ji bo Ceylan Onkola ku di 14 saliya xwe de, li gund, li ber bêz bi topa hawanê hatibû kuştin stranek çêkir û Nukhet Duru jî ew strana di albuma xwe de stirî.

Li PE’yê Konferansa Kurd pêk tê

AvestaKurd - Li paytexta Belçîka li Bukselê, li Parlemena Ewrupa (PE) 9. Konferansa Kurd îro piştî nîvro destpêkir û wê sibe jî bidome. Ji konferansê re Destmond Tutu û hikumeta Awustralya peyam şandin.

Dadgehê xweparastina bi Kurdî red kir

AvestaKurd - Di doza 43 xwendekarên tipê a ku li Enqereyê îro destpêkir de, dadgehê xweparastina bi Kurdî a xwendekaran qebûl nekir. Hinceta redkirina xweparastina bi Kurdî; "hûn tirkî baş dizanin."

Ayetullah Sîstanî Malîkî hişyar kir

AvestaKurd - Li Iraqê rêberê herî bihêz Ayetullah Sîstanî, Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî di mijara nakokiya di navbera Herêma Kurdistana Federe û hikumeta navendî a Iraqê de hişyar kir.

“Di 2019 rojane 2 mîlyon bermîl neft”

AVESTA KURD - Li Hewlêrê Konferansa Neft û Gazê hate çêkirin. Konferans ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya herêma Kurdistanê ve çêbû.

Arşev Oskan li gundê wî veşartin

AVESTA KURD - Cenazeyê helbestvan û nivîskarê Kurd Arşev Oskan, li gundê Bîrkinês (ser bi Dirbêsiyê ve), cihê jidayîkbûna wî veşartin.

Leşkerên Îraqê bi cilên sivîl derbasî Kerkûkê dibin

Avestakurd – Hat zanîn, Artêşa Îraqê leşkerên xwe bi cilên sivîl û rêya tirimbêlên sivîl yên rêwiyan rêdike nava bajarê Kerkûkê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com