Bi helketina koçbarbûna siyasetvanê navdarê kurd û wezîrê berê yê Tirkiyê û parlementerê niha yê Diyarbekirê, welatparêz û kurdperwerê naskirî xwedêjêrazî Şereferdîn Elçî, em ji dil hevderdî û hevxemiya xwe bi malbata rêzdar û tekoşera Elçî û kesûkar û dostên wî û tevaya gelê kurd re tînin ziman. Bi koçbarbûna xwedêjêrazî mamoste Elçî, gelê kurd siyasetvan û tekoşerekê dilsozê kurdîniyê û xemxwerê gel û welat winda kir.