Serrûpel Nûçe Îdia: PKK wê çekan berde û biçe Australya

Îdia: PKK wê çekan berde û biçe Australya

Belav bike
Tê îdiakirin ku endamên MÎT 4 seeta bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re rûniştine û li ser çek berdana PKKê sekinîne. Piştî daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku eşkere kiribû, bi Ocalan re hevdîtin dewam dikin, şêwirmendê wî Yalçin Akdogan jî beşdarî bernameyeke televizyonê bû û got ku Ocalan aktorê herî girînge û ji bo wan mixatabê yekane Ocalan e.
Li gorî îdiayan, dewletê çekberdana PKK xistiye hedefa xwe. Ocalan jî di hevdîtinan de xwestiye ku, pêwiste şert û mercên wî yên ku karibe bi PKKê re rasterast têkeve nav têkiliyan bêne guherandin.
Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyetê, tê armanc ewe ku  her du alî di mehên pêşiyê yên sala 2013 de, bi projeyeke çareseriyê a pirsgirêka Kurd derkevine hemberî raya giştî. Heta ku lihevhatin pêk nehatiye, Ocalan dike bi parêzer an BDP’yiyan re hevdîtinê neke. Piştî lihevhatinê, navekî ku Ocalan wê qebûl bike, wê peyama Ocalan bi raya giştî re eşkere bike.
Di vê warê de îdiayek jî ev e ku, ger PKK çekan berde, rêvebirên payebilind yên PKKê wê biçine welatekî dûr. Ew welata wê ne cîranê Tirkiyê be û ne welatekî Yekîtiya Ewrupa be jî. Di nav welatan de navê Australya derdikeve pêş.    

AVESTA KURD