Serrûpel Nûçe “Li pişt qetlîama li Parîsê Gladioya NATO heye“

“Li pişt qetlîama li Parîsê Gladioya NATO heye“

Belav bike

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, nîşan da ku li pişt qetlîama li Parîsê, kuştina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Gladioya NATO’yê heye. Demîrtaş, hevpeyvînek da rojnamevana rojnameya Vatanê Emîne Şenocakliyê. Di hevpeyvînê de Demîrtaş, di mijara qetlîama li Parîsê de wiha dibêje: “Tê gotin ku, qetlîama li Parîsê ji aliyê hêzên hîn xurtir ve yên ku dibêjin ‘êdî lihev werin, ku hûn li hev neyên em ê tiştên bi vî rengî pêk bînin’ kirine. Belkî ev karê dewleta kûr e, lê ez dixwazim îfade bikim ku, asil dewleta kûr, Gladioya NATO’yê bi xwe ye. Ne pêkan e ku haja wan ji vê qetlîamê tinebe. Wana ev qetlîama bizanebûn nedîtine.”
Di heman hevpeyvînê de Demîrtaş diyar dike ku, ew ji vê pêvajoyê hêvîdar in lê ev pêvajoyeke gelekî nazik e, “Êdî gel aşîtiyê hêvî dike. Pêvajoya Xeburê ji bo Kurdan dilmayînek bû. Di ti pêvajoyan de, ji ber kêfxweşiyekê Kurd ewqas nehatibûn biçûkxistin û rencîde kirin. Kurdan li Xeburê hêvî dikir ku hemû Tirkiye bi wan re kêfxweş be lê berevajî vê pêk hat.”
Tê payîn ku vê heftê Hevserokên BDPê Demîrtaş û Kişanak biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.