AvestaKurd - Li Serêkaniya Başûr (Resulayn) şer û pevçûn dijwartir dibin. Komên çete bi çekên gran û tankan êrîş birine ser Serêkaniyê. Di navbera komên çete û YPGê de şer derket. Li gorî ragihandina YPGê 80 çetevan hatin kuştin û tankek jî hatiye îmha kirin.
AVESTA KURD - Li gora rojnameya le Parisien ku li Parîsê derdikeve, 2 kes ji ber kuştina milîtana PKK Sakine Cansiz û du hevalên xwe Fidan Dogan û Leyla Soylemez, hatine girtin.
AvestaKurd - Rojnamevana Milliyetê Asli Aydintaşbaş îdiayeke balkêş avête holê. Aydintaşbaş wiha dinivîse, "doh ti kanalên Tirk merasîma sê jinên Kurd a li Amedê nîşan nedan. Ev ne tesaduf e, ricaya hikumetê ye."
AvestaKurd -Rojnameya Milliyetê, bi îmza Namik Durukan nûçeyek weşand. Îdia kir ku polîsên Frensa, navê 3 kesên ku qetlîama li Parîsê pêk
anîne tespît kirine û Serokê Kongra Gel Remzî Kartal birine emniyetê û sûret nîşana Kartal dane. Kartal nûçe derewand.
AvestaKurd - Ji aliyê rojnameya Îtalyayê Corriere dela Sera ve hate îdiakirin ku, di navbera her du suîkastên ku li dijî Kurdan pêk hatine, suîkasta ku li Parîsê li dijî sê jinên Kurd pêk hat û a li Moskowayê li dijî Ded Hesan pêk hatiye de eleqe heye.
AVESTA KURD - Seorkê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevdîtinekê de li gel medyagerên ji Kiwêtê, got ku gelê Kurd wê serxwebûna xwe bibîbe, lê belê ne şer, ne bi xwînê ewê bi diyalogê serxwebûna xwe bi destxîne.
AVESTA KURD - Berpirsiyarekî bilind yê berê yê Osman Ocalan, li ser terorkirina 3 endamên PKK li ser Parîsê, bal kişande ser Iran û istîxbarata Frensa.
AvestaKurd - Lîstikvana sînemayê a Tirk Mujde Ar, di derheqê qetilkirina sê jinên Kurd de axifî û got, "Ez vê qetlîamê wek qetlîameke nemerdane dibînim. Wek hemwelatiyekî sade difikirim, gelo ez ê karibim biçime cenazeyên wan?"