AVESTA KURD - Hikûmeta Herêma Kurdistanê soza xwe ya bi Desteya Bilind a Kurdî re tine cih û boriyeka petrolê bi dirêjahiya 300 metreyan di ser ava Dîcleyê re dirêjî aliyê Rojavayê Kurdistanê dike.
AvestaKurd - Li Şemzînanê ji aliyê gundiyan ve leşkerên ku li ser sînor, ji ber berfa zêdetir asê mabûn hatine filitandin. Leşkeran bi bêtêlan xeber dane gundiyan û wana jî bi bêr û betaniyan çûne hawara leşkeran.
AvestaKurd - Bi belgeyan hate îspatkirin ku, ji pirtûkên Seîdê Kurdî (Rîsale-î Nur) peyvên wek "Kurd û Kurdistanê" hatine derxistin û şûna ev peyvana "Şarkî Anadolu" û " "Şark" hatine bicîhkirin. Ev tehrîfata, ji aliyê telebeyên wî ve hatine kirin.