Serrûpel Nûçe Giringiyê bidin têkiliyên bi Tirkiyê re

Giringiyê bidin têkiliyên bi Tirkiyê re

Belav bike
Wezîrê Ticaret û Pîşesaziyê Sinan Çelebi li bajarê Mêrsînê li Tirkiyê beşdarî civîneke karsazan bû û axaftinek pêşkêş kir.

Sinan Çelebi got, di civîneke wezîran de serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji wan daxwaz kiriye ku pêwîstiyê bidin pêwendiyên piralî yên bi Tikiyê re.

Barzanî gotiye di warê bazirganî, ticarî, siyasî û gelek warê din de girîngiyên sereke bidin Tirkiyê.

Wezîr dibêje ev weke talîmatekê ji serokwezîr hatiye.

Sinan Çelebi ji karsazên Tirk xwest ku li Kurdistanê karê xwe berfereh bikin.

Çelebi got li Kurdistanê li her malekê di navbera 5-10 tiştên Tirkiyê peyda dibin ku li ser “Turk Mali” nivîsandiye.

AVESTA KURD