Min 3 sal berê di netkurdê de derheqê “Di Cîhanê De Pêşketina Gogapêya Jinan ” nivîsek amade kiribû. Lê niha di derbarê “Jinên Kurd û Gogapê” de biaxivin.
Gelek kurtasî dibêjim; gogapêya jinan yekem car li Biritanyayê di sedsalê duwazdehê de destpê bûye. Lê heta çerxa nozdemînê domiye û ketiye ber bi rêya nûjeniyê. Ev nûjen heta qedexekirinê berdewam bû. Yekîtiya Gogapêya Îngiltere di navbera salên 1921-1950 qedexe anîbû.
Birastî diyar e ku jinên Kurd bi laşî û fizikî ve ji bo gogapêyê re gelek lêhatî ye. Laşek bi hêz û bi lez başebaş li gorî gogapê an footbalê dibe. Ew jî bi taybet li ser jinên Kurd hene.
Min sêzdeh sal li Rojavayê Tirkiyê wek mamosteya perwerdeya bedenê xebitiye. Ev sê sal e li welêt im. Keçên Tirk û Kurd tînim pêşberê hev û dibînim ku keçên Kurd gog lîstinê gelek jihatî û lêhatiye.
Wekî mînak; ji wan kesê jî Tulay Yildirim e. Ev ji Dêrsimê ye û ji Elmanya dijî. Ji zarokatiya xwe ve gogapê dileyîze û niha 38 salê ye hê jî dileyîze. Elmanyayê gelek navdar bûye.
Mixabin li Kurdistana Tirkiyê ji bo mêran derfetên werzişê gelek tengerî ye. Bes ji bo jinan hema hema hîç derfetên werzişê tineye ku keçin werziş bike. Hikumet ne ji bo wî hewldide û ne jî çalakiyên werzişa jinan dike. Ji ber vê yekê li gor rojavayê hola werziş û yarîgehên werziş nîne ku jin herin werzişê. Bawer bikin ji sed û yek dibistanan de qada werzişê heye an tine ye.(Bajarên Tirkiyê rêjeya yarîgehên werziş 100, Bajarên Kurdistanê 1)
Gelo çawa jinên me werziş û sportê bi dilê xwe bikin?
Amadekar: Metînê DILXÊRÎ
Mamosteya Werzişî






























