Li bajarê Wanê, di 3.Kongreya Awarte a Bajarê Wanê a BDPê de, Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di mijara hevdîtineke nû de, a bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re agahî dan. Demîtaş di axaftina xwe de got, “me lîsteya şandeya xwe a ku wê biçe Îmraliyê hevdîtinê bike pêşkêşî hikumetê kir. Ger ji vir û pê ve pêvajo raweste an bixetime, bila herkes bizanibe ku, ev ne ji me ye, ji hikumetê ye. Qala pêvajo û siyaseteke nû tê kirin, lê me hîn gaveke şênber nedîtiye.”
Demîrtaş diyar kir ku, herkes piştgiriyê dide vê pêvajoyê û êdî pêwiste ev pêvajoya veguhere çareseriyê. Demîrtaş ji hikumetê xwest ku bila gel nexapîne û gel xapandin wek îxanet bilêv kir.
Demîrtaş di heman axaftina xwe de bang li çapemeniya Tirk jî kir ku, dev ji nûçeyên derew berdin û êdî zimanê xwe yê ku ji çareseriyê re xizmet nake biterikînin.












































