Serrûpel Nûçe Wesîyetnameya Talabanî veşartî maye!

Wesîyetnameya Talabanî veşartî maye!

Belav bike

Li gor wan agahiyên gehiştine rojnameya Basê, Sekreterê Giştî yê YNK-ê Celal Talebanî ku hevdem serokkkomar e û demek dibe li nexweşxaneyeke Elmanya tê tedawîkirin, beriya bi salekê wesyetnameyek nivîsiye û daye Dilêr Seyîd Mecîd ku cihê baweriya Talebanî û serkirdayetiya YNK-ê ye. Talebanî ji Dilêr re gotiye; ‘’Heta ez saxbim, çênabe ew wesyetname bê vekirin lê piştî min radestî polîtburoya YNK-ê bike.’’

Li gor agahiyan, ji xeynî Dilêr Seyîd Mecîd haya kesekî din jî ji wê wesyetnamê heye, ku Talebanî nivîsiye, herwiha Dilêr Seyîd bi xwe ji hinek endamên serkirdayetiya YNK-ê re qala wê wesyetnameyê kiriye neku berî Talebanî koça dawî bike. Herçiqas hîç postekî hizbî yê Dilêr Seyîd Mecîd nîne, lê belê tevlî piraniya civînên vê dawiyê yên serkirdayetiya YNK-ê bûye û piraniya serkirdayetiya YNK-ê rêzê lê digirin û cihê baweriya wan e.

Li gor agahiyên Basê, ew wesyetnameya han bi dahatûya nav YNK-ê ve girêdayî ye, lê belê niha ne haya Dilêr Seyîd Mecîd û ne ya hîç berpirsekî din ê YNK-ê ji naveroka wê wesyetnameyê heye.

Şeva 16-17/12/2012 Serokkomarê İraqê û Sekreterê Giştî yê YNK-ê Celal Talebanî, ji ber têkçûna rewşa tendirustiyê, rakirina nexweşxaneya Bexdayê û piştre ji bo çareseriya pêwist veguhestin Elmanya. Her ligel nexweşketina Talebanî di proseya siyasî ya İraqê û Herêma Kurdistanê û nav YNK-ê de jî lasengiyek çêbû.

Derbarê tendirustiya Talebanî de, Endamê Serkirdayetiya YNK-ê Mistefa Çavreş ji Basê re got: ‘’Ez bi sekreterê cenabê Mam Celal re axifîm, tendirûstiya wî ber bi başbûnê ve diçe. Herwiha Dr. Necmedîn Kerîm jî dibêje ku tendirûstiya wî ber bi başiyê ve diçe, yanî bi kurtî rewşa tendirûstî ya Mam Celal baş e.’’ Derheqê wesyetnameya Talebanî de ku li ba Dilêr Seyîd Mecîd e, Mistefa Çavreş got ku wê pirsyarê ji Dilêr Seyîd bi xwe bikin baştir e û wiha pêde çû: ‘’Wek endamekî serkirdayetiyê haya min ji wesyetnameyeke wiha nîne û evna tenê îdîaya medya ye.’’ Bas bi çend berpirsên din ên YNK-ê re ket têkiliyê lê amade nebûn derbarê vê mijarê de biaxifin. BAS