AvestaKurd - Meclîsa Jina a BDPê, li Serêkaniya Bakur (Ceylanpinar) nêzika mehekê lêkolîn kirin û di derbarê êrîşên li Serêkaniya Başûr (Resulayn) û koçberiyê de raporek amade kir. Di raporê de bi taybet tê îfadekirin ku, hikumeta AKP çeteyên ku li Rojava şer dikin destek dike.
AVESTA KURD - Wezîrê serkaniyên xwezayî yê Kurdistanê Aştî Hewramî îro li Hewlêrê di preskonferansekê de got pêwistiya Kurdistanê bi boriyeka petrolê ya xweser heye ko bikare yekser petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê re eksport bike. Aştî Hewramî got xebata ji bo boriya petrolê destpê kiriye û dê xelas bibe.
AMED- Pêşangeha wênekêşê navdar Mehmet Masum Suer ya bi navê ‘Wêneyên BehnKurdî’ 9ê sibatê roja şemîyê, bi konsera hunermend Ronî Erez ya zindî li Galerîya Hunerê ya Amed vebe. Pêşangeh, bi navê xwe yê balkêş jî bala derdorên hunerê dikişîne.
AVESTA KURD - Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.
AvestaKurd - Li Rusya, ji aliyê Dadgeha Kaliningrad ve 16 pirtûkên Seîdê Kurdî (Nursî) hatine qedexekirin. Dadgehê, bi hinceta "ev pirtûkên radîkal in" ev biryara girtiye.