AVESTA KURD / Di civîneke taybet de ligel mal û komeleyên rewşenbîrî yên Êzdiyan li Elmanya, Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg ragehand ku eger Sîmon Dawid radestî kes û karên wê bê kirin û bizîvire mala xwe, ew dê garantiya jiyana wê bike.
AvestaKurd - Di demeka ku niqaşên "kî wê biçe hevdîtina Îmraliyê" de, daxuyaniyeke weke veto ji Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan hat. Erdogan îfade kiriye ku, kesên gerîla hembêz kirine em wana naşînin Îmraliyê.
AvestaKurd - Şanogera navdar Ayşen Gruda dibêje, "Ger ku ev dewleta, peywirekê bide min, ez bêtirs, bi rastî jî bêtirs ez ê biçime şkeftên ku PKK lê dimîne û wana qaîl bikim. Ku ez ji wan re çîrokan bibêjim jî, wê min guhdarî bikin."
Piştî milmilaneyeke zêde ligel nexweşiya, êvara 02.02.2013-ê Mela Osman Seîdê yekem rahênerê Hêza Pêşmerge li Komara Kurdistanê, li qezaya Çoman koça dawî kir. Lê mixabin di kavilekî de serê xwe danî û kesekî awirek lê neda.
Di vê dema dawî çepên Tirkan li ser daxwaziyên Kurdan dîtinên xwe dibêjin. Taybetî piştî axavtina parlementera CHPê Birgul Ayman Guler di parlementoyê de kirî û gotî ku `` Neteweyê Tirk û Miliyeta kurd nabê ku bibin wek hev`` berê gotubêjan hate guhertin.
Avesta Kurd - Derhênerê navdar ê Kurd Behmen Qubadî di civîneke ligel xwendekarên Beşa Sînemayê ya Zanîngeha Selahedîn de got: ‘’Niha sînemaya Tirkiye, Îran û welatên Erebî ber bi pêşketin û bihêzbûnê ve diçe, divê mil bi milê sînemaya wan welatan em jî ber bi pêş de biçin û sînemaya xwe bihêz bikin.’’