Serrûpel 2013 Şibat

Arşîva mehane: Şibat 2013

Jin bû bû mêr

AvestaKurd - Lîstikvana bi navê Nîl Erkoçlar, bi operasyoneke cerahî bû mêr û navê xwe jî kire "Yagmur." Nîla berê û Yagmura niha hestên xwe wiha tîne ziman, "ji bo min Nîl mir, Yagmur hate dinyayê."

Talabanî telefon ji hevsera xwe re vekir

AVESTA KURD - Endamê mekteba siyasî ya YNK Adnan Miftî got ku rewşa Celal Talabanî baş e û ew bi derdora xwe re diaxife.

Li New Yorkê tazî digere

AvestaKurd - Hunermenda fotoyê a Fransî Erica Simone, di bergeha projeya xwe a bi navê "Nue York" de, li bajarê Amerîka li New Yorkê tazî digere. Şilf û tazî li metroyê siwar dibe, danûstendinê dike û jiyana rojane didomîne.

Erdogan firçe avête Demirtaş

AVESTA KURD - Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, piştî serdana şanda BDP ji bo Îmralî axaftinek kir.

Li Rojavayê Kurdistanê wendabûna jinan zêde dibe

AVESTA KURD - Jina ciwan Zeyneb Mihemed a 20 salî ev 3 roj e winda ye. Li aliyekî din berî 4 mehan jina bi navê Sabrîn hewara xwe gehandibû asayîşê, lê ti agahiyek li ser nasnameya xwe nade asayîşê. Asayîşê wêneyê Sabrîn da çapemeneyê û ger kesek wêneyê Sabrîn nas bike daku asayîşê agahdar bike.

Min bin ax mekin!

Dayik Berfo, yek ji dayikên windayîyan, yek ji bi mîlyonan dayikên dilşewitî yên Kurdistanê. Dayikên ku di şûna melhemê da kevirekî girêdane ser birînên...

Wê PKK esîran serbest berdide

AVESTA KURD - Li gora daxuyaniya parlamentera BDP Perwîn Buldan ku îro ligel du hevalên xwe çûbû serdana serokê PKK li Îmralî Abdullah Ocalan, Ocalan ji her du aliyan (PKK-Dewleta Tirkiyê) daxwaz kiriye ku her du alî dîlên girtî berdin.

Şandeya BDP ji Îmraliyê vegeriya

AvestaKurd - Şandeya BDP a ku îro çû Îmraliyê ji gravê vegeriya. Parlementera Îdirê Pervîn Buldan peyama Ocalan xwend. Ocalan ji hemû aliyan xwestiye ku bi baldar bin.

“Nexşerêya Ocalan di destê hikumetê de ye“

AVESTA KURD - Demîrtaş dîyar kir ku Ocalan nexşerêya pêşkêşî Hikumetê kir, û ji bo kesên ku dê herin Îmraliyê jî got “ew ne girîng e ya girîng ew e ku me wek muxatab bibînin.”

Li Hatayê êrîş birine ser kongreya BDP

AvestaKurd - Li bajarê Hatayê, komeke nijadperest êrîşa Kongreya Rêxistina Bajêr a BDPê kirin. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş jî beşdarî kongreyê bûbû û faşîstan di destên wan de ala Tirkiyê xwestin têkevine salona kongreyê.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com