Got “ez ne Tirk im“ rastî êrîşan hat
AvestaKurd - Fitbolîstê navdar yê berê û parlementerê Stenbolê yê AKPê Hakan Şukur, li ser daxuyaniya xwe a ku gotibû, "ez ne Tirk im", li ser çapemeniya civakî tê lînçkirin.
Rasthatiniyeke nedîtî
AvestaKurd - Cîhan bi rastî gellekî biçûk e. Li Rusya Marîna Voînova, li ser înternetê di motora lêgerînê de li navnîşanekê digeriya. Dîmena avahiyekê li ser kompîtûra xwe mezin kir û bi çavên xwe bawer nekir. Dergîstiyê xwe yê 5 salî bi jineke din re bû û li ber çavên wê bûn.
Şanda BDP li ser rêya Îmralî ye
AVESTA KURD - Şanda Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) îro diçe Îmraliyê û wê bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bicivin.
Şanda BDP’ê ya ji parlamenter Pervîn Buldan, Sirri Sûreyya Onder û Altan Tan pêk tê, îro diçin Îmraliyê.
Barzanî: Min dixwest rojekê werim û we spas bikim
AVESTA KURD - Li Moskovayê, Sergî Lavruv wezîrê derveyê Rusyaya Federal pêşwaziya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û ji bo pêşwazîkirin û mêvandarîkirina Barzaniyê nemir û hevalên wî ku, nêzîkî 12 salan li Rusyayê jiyan, serok Barzanî careke din spasî gel û welatê Rusyayê kir.
Sezen Aksu: Rica dikim tiştekî bikin
AvestaKurd - Stranbêj Sezen Aksu, li ser malpera înterneta xwe, di mijara grevên birçîbûnê de bang li rayedaran kir ku, bila ji bo dawîlêanîna çalakiyê tiştekî bikin.
“Zimanê min qedexe be ezê jî biçim çiyan”
AvestaKurd - Akademîsyen û nivîskar Mumtaz'er Turkone, di bernameya zindî a televizyona Haberturkê de anî ziman ku, berî her tiştî pêwiste em empatiyê bikin û ger ku zimanê min qedexe bikirana ezê jî biçûma çiya.
Bi stranên Ahmet Kaya bû şampiyon (Vîdyo)
AvestaKurd - Di fînala pêşbirka Star Tv.yê a bi navê "Ew Deng Tirkiye-O Ses Turkiye" de, pêşbazê ku wek Ahmet Kaya'yê Entebî dihat naskirin Mustafa Bozkurt bû şampîyon. Di destpêkê de heta fînalê bi stranên Ahmet Kaya her qonax derbas kir.
“Em bi nasnameya xwe azad in“ (vîdyo)
AvestaKurd - Şaredarê berê yê Yenîşehîra Amedê Firat Anli, vê sibê ji girtîgehê derket û ligel kesên ku ew pêşwazî kirin, daxuyanî da çapemeniyê. Anli îfade kir ku, heta ku em ziman û nasnameya xwe nejîn, em xwe azad nahesibînin.
Bi hesreta dîtina hestiyên kurê xwe mir
AVESTA KURD - Digot heta ku ew hestiyên kurê xwe hembêz neke naxwaze bimire, bûbû sembolek, Dayîka Berfo.
Li Amedê ji bo Rojava kampanyeke mezin destpêkir
AvestaKurd - Li Amedê ji bo Kurdistana Rojava kampanyeke mezin a alîkariyê destpêkir. Kampanya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Surê, Şaredariya Yenîşehîr û Şaredariya Baglarê ve hatiye destpêkirin.

































